Kanûn 13, 2018 18:12 Asia/Tehran
  • Rûsya: Em derbarê YPG`ê da wek Tirkiyê nafikirin

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova li ser gefên Tirkiyê yên di derbarê encamdana operasyoneke serbazî li dijî YPG`ê li rojhilatê Firatê de, helwesta Moskowê eşkere kir û ragihand, Rûsya di hin mijaran de weke Tirkiyê nafikire û tekez kir, ew dê bi Enqerê re di têkiliyê de bin.

Mariya Zaxarovayê di civîna çapemenîyê ya heftane de li Moskowê, li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ên di derbarê pêkanîna operasyoneke serbazî li dijî YPG`ê li deverên rojhilatê Firatê de helwesta welatê xwe eşkere kir.

Zaxarovayê got: “Em bi hevtayên xwe yên tirk re, di derbarê lidarxsitina operasyonên dijî terorê de û her mijareke din a têkildarî Sûriyê de, di pêwnediyê de ne.”

Li ser mijara ku Rûsya weke Tirkiyê hêzên Kurd ên li Sûriyê wek terorîst nas nake, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê da xuyakirin, ku ``Moskow di her mijarî de weke Enqerê nafikire.``

Zaxarovayê têkildarî vê mijarê wiha got, Rûsyayê grûpên Kurd nexistine nav lîsteya terorê û tekez kir, “di vê mijarê de ti guhertinek di helwesta Moskowê de çê nebûye û weke prensîp nirxandina me nehatiye guhertin.”

Li ser ciyawaziya helwestên Rûsya û Tirkiyê di derbarê hêzên Kurd ên Sûrî de, Mariya Zaxarovayê destnîşan kir: “Berê em li ser çi fikrî bûn, em niha jî li ser heman fikrî ne. Di vê derbarê de, Tirkiyê nêrîna xwe ya taybet heye. Me çendîn caran gotiye, ku nêrîna me û aliyê tirk di her mijarî de li hev nagire.”