Kanûn 13, 2018 15:47 Asia/Tehran
  • Pentagonê derheq êrîşa li ser rojhilatê Firatê hişyarî da Tirkîyê

Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê (Pentagon) Tirkiyê ji ber her êrîşeke li ser hevpeymanên wê yên Kurd li bakurê Sûriyê hişyar dike.

Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson ragihand, her aliyek bi tenê operasyonekê li rojhilatê bakurê Sûriyê bi taybet li herêmên hebûna tîmên Amerîkî bike, karekî gelekî cihê nîgeraniyê ye û nayê qebûlkirin.

Ev hişyarkirina ji hêla Amerîkayê va piştî wê yekê hat ku

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan duh di axaftina xwe ya di Civîna Pişesaziya Bergiriyê de gefên tund li rojhilatê Firatê xwarin û ragihand: “Me amadebaşiyên xwe gihandine asta pêwîst û em êdi çend rojên bê de operasyona rojhilatê Firatê destpê bikin.``

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis di 22ê Mijdara bûrî de ragihand, ji bo girtina pêşîya her cure rûbirûbûnekê di navbera Tirkiye û HSD`ê de, ew xalên çavdêriyê li ser sînorê Tirkiyê datînin. Piştî vê yekê gefên Tirkîyê destpê bûn.

James Mattis got: “Em hejmarek ji xalên çavdêriyê li hin navçeyên bakurê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê datînin.” Herwiha got: “Armanca me ji danîna wan xalên çavdêriyê girtina pêşîya rûbirûbûna HSD û artêşa Tirkiyê.”

Yekem bingeha çavdêriyê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞ`ê, di navbera bakura Sûrîyê û başûra Tirkîyê de, di dawiya Mijdara bûrî de li bajarokê Girê Sipî hat danîn.