Kanûn 13, 2018 15:34 Asia/Tehran
  • Salih Mislim: Êrîşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê li dijî berjewendiya Amerîkayê jî ye

Li ser gefên Serokomarê Tirikyê ên dijî li rojhilatê Firatê li bakura Sûrîyê lliyên Kurd van gefan bi awayekî cidî werdigirin. Berpirsê Têkliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM`ê Salih Mislim dibêje, êrîşa Tirkiyê li dijî berjewendiya Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ye jî.

 

Berpirsê Têkliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM`ê Salih Mislim li civîneke çapemenîyê got: “Êrîşeke wiha bibe, li dijî berjewendiya Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ye jî. Ev êrîşa ku di vê dema ku şer li dijî DAIŞ`ê hîna bidawî nebûye da, tê wateya piştgîriya ji DAIŞ`ê. Ji aliyê me ve me ti carî cudahî nekiriye navbera bereya li başûr li dijî DAIŞ`ê yan li bakur li hember Tirkiyê, ji ber ku her du jî yek in.”

Ji aliyê xwe ve, şirovekarên siyasî dibêjin, divê em bi çavên rastiyê li van gefa binêrin, nemaze ku pêwendiyên Amêrîkayê bi hêzên Kurd li deverê bi tenê di warê tektîkî de ye û neketiye warê diplomasîyê, ku ya herî giring e ji bo pêşeroja Kurdistana Sûrîyê. 

Şirovekarê siyasî Mihemed Yûsif dibêje: “Em hemû vî tiştî dizanin, HSD, Rêveberiya Xweser û TEV-DEM`ê jî dizanîn ku pêwendiyên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî bi me re tektîkî ne û ji bo şerê dijî DAIŞ`ê ne. Dema DAIŞ lawaz dibe, HSD`ê jî pê re lawaz dibe. Tiştekî siyasî û dîplomasî di navbera me û wan de tuneye, Rêveberiya Xweser heta niha nikariye xwe bigihîne navendên biryarên siyasî li Amerîka û Ewropayê. Dîplomasiya me lawaz e.”

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di axaftina xwe ya di Civîna Pişesaziya Bergiriyê de gefên tund li rojhilatê Firatê xwarin û got: “Me amadebaşiyên xwe gihandine asta pêwîst û em êdi çend rojên bê de operasyona rojhilatê Firatê destpê bikin.``