Kanûn 13, 2018 10:17 Asia/Tehran
  • Berteka YPG û Amerîkayê li hemberî geşa êrişa Tirkîyê ser rojhilata Firatê

Li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ên li ser rojhilatê Firatê, Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, heger Tirkiye dest bi şêr bike em ê bersiveke tund li dijî wê bidin. Wezareta Berevanîya Amerîkayê jî ragihand ku Waşîngton êrişa Tirkîyê qebûl nake.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan duh gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê xwar û got: “Amedakiriyên me temam bûne û em ê di nav çend rojan de, dest bi operasyona rojhilatê Firatê bikin. Em vê yekê radighînin.”

Peyvdarê YPG`ê Nûrî Mehmûd jî li civîneke çapemenîyê got: “Hêzên me di çarçova parastina rewa de xwe birêxistin kirine, dê li hember her êrîşekê li ser bakurê Sûriyê û destkeftiyên wê li ber xwe bidin.”

Wî herwiha amaje bi wê yekê kir, “Ti hevsengiyek ji aliyê teknolojiya leşkerî di navbera hêzên me û ya Tirkiyê de nîne, lê hêzên me bawerî bi xwe hene û amadekariyên parastinê jî hene, ji ber wê êrîşên dagîrkeriyê yên Tirkiyê dê ser nekevin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Şan Rabertson jî wekî berteka li hemberî vê gefê ji nûçegihanê Ajansa Nûçan a Sputnikê re got: Êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê nayê qebûlkirinê û divê Enqre derbarê meseleyên ewlehîyê de bi Waşîngtonê re bişêwire.

Wî herwiha got: Êrişa yekalî ji alîyê her kesî va li bakura Sûrîyê û nemaze ji ber vê yekê ku diqewime hêzên amerîkî li wir an nêzîkî wê deverê bin, dibe sedema dilgiranîyên zêde. Em kiryarên bi vî rengî qebûl nakin û rawêjkarîya di navbera Tirkîye û Amerîkayê de tenha rêya şopandina meseleyên ewlehîyê li vê navçê ye.

Berdevkê Wezareta Berevanîya Amerîkayê pêgirî kir ku komxebata pilebilind a ku digel desteya tirkîyeyî bala xwe dide ser meseleyên Tirkîyê, tenha rêya çareserkirina meseleyên ewlehîyê ye.

Wî tekez kir ku Amerîka sozdarê şopandina dilgiranîyên Tirkîyê yên derbarê ewlehîya sînorî da ye.