Kanûn 13, 2018 09:17 Asia/Tehran
  • Desteyeke Ûrisan bi Serokomarê Sûrîyê re hevdîtin pêk anî

Desteyeke rayedarên Wezaretên Berevanî û Derve yên Ûrsêtê şeva buhurî li Şamê bi Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed re gotûbêj pêk anî.

Wezareta Karên Derve ya Rûsîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku desteya Ûris û Bişar Esed di vê hevdîtinê da derbarê meseleyên herêmê û pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn û alûgurên Sûrîyê de gotûbêj kirine.

Li gorî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê, her du alîyan bi awayekî taybet bala xwe dan ser pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn anegorî biryarên Kongira Dîyaloga Netewî ya Sûrîyê û biryarnama 2254 a Konseya Ewlehîyê ya NY.

Nunerê taybet ê Serokomarê Ûrsêtê li Karên Sûrîyê Alexander Lavrentiev û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Di Karên Rojhlata Navînê de Sergey Vershinin di vê hevdîtinê de amade bûn.