Kanûn 11, 2018 18:34 Asia/Tehran
  • Dayîna biryara darvekirina serkirdeyên komên têrorîst li Sûriyê

Biryara xiyabî ya darvekirina hejamreka serkirdeyên komên têrorîst li Sûriyê ji aliyê dadgeha cezayî ya Şamê va hat dayînê.

Li gorî rapora roja Sêşemê ya ajansa nûçeyan a Mehr Newsê ji zarê rojnameya El Vetenê ya Sûriyê, Navên Mihemed Hisên El Şer'i, serkirdeyên têrorîstên Cebheya Nusreyê û Esam Boyzanî serçeteyê Ceyş Ul Îslamê û Evdilnasir El şemîr serçeteyê têrorîstên felîq El Rehman di nava vê lîsteyê ne.

Li gorî vê raporê, Ev lîste pêkhatî ji navên 40 têrorîstan e ku tawana wan pêkanîna kiryarên têrorîstî li dijî welatiyên asayî yn Sûrî ji wan jin û zarokan tê zanîn. Têrorîstên mehkûmbûyî jî divê diravekî zehf bidin kesên ku ji ber van kiryaran birîndar bûne.

Li gorî nûçeyeka din, Saziya nasyar bi Mafên Mirovan a Efrînê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand: 700 kes ji hêzên yekîneyên nasyar bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya di bin piştevaniya Amerîkayê da ji navçeya El Şehbayê li rîfa Helebê tevlî hêzên ser bi dewleta Sûriyê bûn.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.