Kanûn 11, 2018 11:22 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya amerîkî derbarê bombebarana nexweşxaneya Hecînê li xwe mukur hat

Hevpeymaniya Xwedêbergiravî navneteweyî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê bi dayîna daxûyaniyekê derbarê bombebaran nexweşxaneya bajarê Hecînê li parêzgeha Dêrazora Sûriyê itiraf kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya ajansa nûçeyan a Mêhrê ji zarê El Neşreyê, Hevpeymaniya Xwedêbergiravî navneteweyî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê li vê daxûyaniylê her wiha ji bo pînekirina êrîşên xwe li ser cihên sivîl li Sûriyê îdia kir: Endamên DAIŞê ev nexweşxane ji bo êrîşa ser hevpeymaniya Amerîkayê bi kar dianîn û bi vî karî, ev nexweşxane ji navçeyên bin piştevaniya Lihevkirina Jinêvê derketiye.

Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Xwedêbergiravî navneteweyî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê Îniyê bi şev nexweşxaneyek li bajarê Hecînê li parêzgeha Dêrazorê li rojhilata Sûriyê dane ber bombeyan û ew xera kirin.

Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Xwedêbergiravî navneteweyî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê bi caran bi mehneya têkoşîna dijî têrorîstên DAIŞê navçeyên cûrbicûr ên parêzgeha Dêrazorê dane ber bombeyan ku di encamê da welatiyên Sûriyê hatine kuştin. Hevpeymaniya Amerîkayê li hin êrîşan bombeyên qedexe yên fosforî bi kar anîne.

Dewleta Sûriy bi caran bi şandina nameyê ji bo Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokê Konsya Ewlehiyê ji wan xwestiye ku dawî li cinayetên hevpeymaniya Amerîkayê li Sûriyê bînin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.