Mijdar 18, 2018 19:03 Asia/Tehran
  • Neyarîya komên ser bi Enqerê li hemberî daxwaza wê ya pişkdarîya li operasyona dijî Kobanî û Girê Sipî

Hikûmeta Tirkîyê ji komên ser bi artêşa vî welatî xwest ku ji Efrînê vekişin û di opêrasyona dijî Kobanî û Girê Sipî da pişkdar bibin lê wan ev daxwaza Enqerê qebûl nekirin. Ji hêla din ve Li ser dizî û talanê, li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên têrorîst de derket û Tirkiyê jî qedexeya hatûçûnê li Efrînê ragihand.

Çavkaniyên herêmî li Efrînê ragihandin ku Tirkiyê daxwaz li grûpên Şerqiyê kiriye ji nav Efrînê derkevin û xwe ji bo şerê li Girê Spî û Kobanê amade bikin. Komên Şerqiyê jî ragihandine ku naxwazin ji nav Efrînê derkevin, lewma grûpa Sultan Murad û çend grûpên din bi fermana Tirkiyê îro 18`ê Mijdarê di siet 6`ê sibê de êrîşî navendên Şerqiyê kirin.

Medyayên hanê herwiha ragihandin ku li Efrînê dibistan, saziyên kar û bazara bajêr bi tevahî girêdayî ne û kes ji mala xwe dernakeve.

Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrîyê jî ragihand ku li ser dizî û talanê, li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derket û Tirkiyê jî qedexeya hatûçûnê li Efrînê ragihand.

Li gorî vê raporê îro ji danê sibê ve şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de li taxên Mehmûdiyê, Vêlat û Zêdiyê yên Efrînê derket û qedexeya hatûçûnê li bajarê hatiye ragihandin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê di 18ê Adara bûrî Efrînê dagîr kirin û ji wê demê ew grûpên çekdar bi awayekî rojane welatiyên Efrînê direvînin û ji bo standina pereyan zorê li wan dikin, ev yek ji bilî destdanîna ser darên zeytûnê û mal û milkên xelkê.