Artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê operasyona eskerî destpê dike
Çavkaniyeke eskerî ya sûrî ragahnd: Ger êrişên komên terorîstî ser meqerên artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê bidomin, operasyona mezin a eskerî li başûrê vê parêzgehê destpê dibe.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, vê çavkaniya eskerî li gotûbêja bi Sputnikê re got: Ger destdirêjiyên komên terorîstî li parêzêgeha Idlibê tim bidomin û aliyê tirk nekaribe berpirsiyariyên xwe li bara navça bê çek li vê parzêgehê cih bîne bê guman dê ev operasyona destpê bibe.
Sputnikê ku navê vê çavkaniyê eşkere nekiriye, ragahnd: Komên terorêstî kiryarên xirabkarane û êrişên xwe ser meqerên artêşa Sûriyê û navçên xelknişîn ên bajarok û gundên hevsînor bi çeperên şêr zêde kirine.
Vî rayeadrê eskerî got ku komên terorîstî ji dema raghandina hevhatina navça vala ji çekan li parêzêgeha Idlibê heya niha operasyonên xwe yên terorîstî li rojhilata vê parêzgehê û bakur û bakurê rojava Hemahê, meqerên artêşa Sûriyê bi çekên giran dide ber êrişan ku ya dawiyê êrişa koma terorîstî ya partiya turkistanî bi mûşeka Tawa Emerîkî bû. Wî got: Yekînên îstixabarat û keşfê yên artêşa Sûriyê rojê guhestina çekan û kelûmelên eskerî yên terorîstan bo navça bêyî çek dişopînin.