Mijdar 14, 2018 08:37 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya amerîkî endamên DAIŞê li Sûriyê vediguhezîne

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA Newsê Sêşemiyê bi şev ragihand: Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê hejmareka çeteyên koma têrorîst a DAIŞê ji gundê El Sûseyê li bakurê rojhilata parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata Sûriyê derxistine.

Li gorî rapora IRIB Newsê, SANA Newsê ragihand: Helîkopterên amerîkî karê veguhestina çeteyan pêk tînin.

Têrorîstên DAIŞê bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Gunsê El Sûseyê di bin daagirkeriya koma têrorîst a DAIŞê da ye.

Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê di serdema serokomartiya Barak Obamayê serokomarê berê yê Amerîkayê da bi armanca angaştkirî ya şerê dijî têrorîstên DAIŞê yên bicihbûyî li Iraq û Sûriyê hat damezirandin. Ev di rewşekê da ye ku li gorî mukurhatina Donald Trumpê serokomarê niha yê Amerîkayê, Waşîngton hokara sereke ya pêkhatina komên têrorîst ji wan DAIŞê bûye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.