Mijdar 13, 2018 10:01 Asia/Tehran
  • Dewama kuştina gelê Sûriyê bi destê Hevpeymaniya Navneteweyî ya Qaşo dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkaylê

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA Newsê Berbanga Sêşemiyê qala êrîşa firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Qaşo dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkaylê li ser bajaroka El Şeifayê li başûrê rojhilata Dêra Zorê li rojhilata Sûriyê kir.

SANA Newsê ragihand ku li vê êrîşê zêde ji 60 welatiyên suivîl ên sûrî hatine kuştin an birîndar bûne.

Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Qaşo dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkaylê sibeha Duşemiyê jî gundê Hecînê li Dêra Zorê dane ber bombeyan ku di encama wê da herîkêm 2 jin û du zarok hatin kuştin.

Îniyê bi şev jî firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Qaşo dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkaylê 26 welatiyên asayî yên sûrî li Hecînê kuştin û birîndar kirin.

Dewleta Sûriyê bi caran bi şandina nameyan bo sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Serokê Konseya Ewlehiyê ya NY ji wan xwestiye ku dawî li cinayetên Amerîkayê li Sûriyê bînin.

Koma Zîrevaniyê ya Air Wars'ê ku êrîşên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Qaşo dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkaylê lis er Iraq û Sûriyê dişopîne vê dawiyê ragihand ku zêd eji 5 hezar welatiyên sivîl ji sala 2014an va heta niha ji ber êrîşên hewayî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Qaşo dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkaylê li Iraq û Sûriyê hatine kuştin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.