Ji ber gefên Tirkiyê eşîrên Ereb ên bakur û rojavaya Sûrîyê li Hesekê civiyan
Serok û rêvebirên êl û pêkhateyên li Hesekê dijîn, li dijî dijminatî û destêwerdana Tirkiyê di karûbarên gelê Sûriyê de civîyan. Şêwirmendê Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di wê civînê de amade bû.
150 serok û rêvebirên eşîrên bakur û rojavaya Sûrîyê di civîna xwe ya li Hesekê de alûgurên vê dawîyê yên herêmê nemaze êrişên bi topan ên vê dawîyê yên artêşa Tirkîyê ser baregehên HSD`ê li rojhilata çemê Firatê hilkolandin.
Pişkdarên vê civînê di daxûyanîya dawîyê ya civîna xwe da ragihandin ku dema Tirkîyê işkesta DAIŞ`ê bi çavê xwe dît, dest bi gef û êrişê kir. Tirkîye baş dizane ku navenda herî dawîyê ya DAIŞ`ê hatîye dorpêçkirinê û li ber gefê ye. Em wekî rêvebir û nunerên erebên Sûrîyê, Tirkîyê wekî gefekê dizanin û ji bo parastina yekperçetîya axa Sûrîyê jî amade ne.