Mijdar 10, 2018 17:38 Asia/Tehran
  • Şamê êrişa Hevalbendîya Navnetewî ser Dêrezorê şermezar kir

Dewleta Sûrîyê di nameyên cida ji bo sêkrêtêrê NY û Konseya Ewlehîyê ya vê sazîyê de, êrişên Hevalbendîya Navnetewî ya bi serkirdetîya Amerîkayê ser devera Hecînê li parêzgeha Dêrezorê ya wî welatî şermezar kir.

Dewleta Sûrîyê di nameya xwe da ji Konseya Ewlehîyê ya NY xwestîye ku erka xwe ya girtina pêşîya dubarebûna êrişên Hevalbendîya Navnetewî ya qaşo Dijî DAIŞ`ê cih bîne û mêkanîzmeke serbixwe û bêalî ji bo lîkolîna di vî warî da kivş bike.

Balafirên cengê yên Hevalbendîya qaşo Dijî DAIŞ`ê şeva buhurî êrişî gundê Hecînê li Dêrezorê kirin ku di encamê da herîkêm 26 welatîyên sûrî hatin kuştinê.

Vê Hevalbendîya bi serkirdetîya Amerîkayê di 13 Cotmehê da jî bi bombên qedexe yên fosforîk êrişî Hecînê kiribû.