Mijdar 10, 2018 08:18 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Wezîrên Karên Derve yên Tirkîye û Ûrsêtê derbarê dewra bê ya Civîna Astanê de

Wezareta Karên Derve ya Rûsîyê ragihand ku Sergey lavrov Wezîrê Karên Derve yê vî welatî bi rêya telefonê digel Mewlûd Çavûşoglu Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbarê Sûrîyê de axivî.

Wezareta Karên Derve ya Rûsîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku Lavrov û Çavûşoglu di vê gotûbêja telefonî de derbarê amadekarîyên dewra nû ya Civîna Astanê ku wê di dawîya vê mehê li paytexta Qazaqistanê de bê lidarxistinê, rawêjkarî kirin.

Wezîrên Karên Derve yên Rûsîye û Tirkîyê di vê xeberdana telefonî de, pêgirî li ser vîna xwe ji bo bidestxistina aştîya mayinde li Sûrîyê anegorî biryarnama 2254 a Konseya Ewlehîyê ya NY kirin.

Muzakirên Astanê ji Çilleya sala 2017`ê ve li gorî insîyatîva Komara Islamî ya Îranê û hevkarîya Rûsîye û Tirkîyê bi merema pêkanîna aştîyê li Sûrîyê destpê bûne.

Encama sereke ya muzakirên hanê jî, kivşkirina deverên kêmkirina gêreyê li Sûrîyê bûye.