Cotmeh 22, 2018 09:57 Asia/Tehran
  • Sûriyê daxûyaniya Wezareta Karên derve ya Fransayê derbarê Reqayê şermezar kir

Sûriyê îdiayên bêbingeh û pûç ên Wezareta Karên derve ya Fransayê derbarê azadkirina bajarê Reqayê li bakurê rojhilata Sûriyê şermezar kir.

Wezareta Karên derve ya Fransayê Çarşemiya bihurî bi daxûyaniyekê derbarê salvegera azadkirina Reqayê ragihand: Salekê beriya niha Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) bi alîkariya hevpeymaniya navneteweyî ku Fransayê têda roleka girîng hebû, Reqa azad kirin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a  Sûriyê (SANA News) ji zarê rayedarekî weareta karên derve ya Sûriyê roja Yekşemiyê wek berteka li hemberî îdia û angaştên Wezareta Karên derve ya Fransayê derbarê bajarê Reqayê, got: Xerakirina plandarêştî û bi armanc a vî bajarî ji aliyê hevpeymaniya qaşo navneteweyî di asta cinayeta cengê ye.

Li gorî vê raporê, Hêzên hevpeymaniya amerîkî fransî heman kes bûn ku jib o derketina endamên DAIŞê ji Reqayê derbasgeha ewleh pêk anîn û ewna ji bo lihevalyayîtirkirina qeyrana Sûriyê veguhezandin  navçeyên din.

Vî rayedarê sûrî piştgiriya Fransayê ji hin komên têrorîst li Sûriyê nîşana siyaseta wêranker a dewleta vî welatî derheqê Sûriyê da zanîn û got: Tiştê ku li bajarê Reqayê qewimî, serşûriyek ji bo Fransayê ye û dîroka koldedarî ya seranserî cinayet û nijadkujiyê ya vî welatî bi bîr dixe.

Pêştir Rêxistina Lêbihurandina Navneteweyî tevî amajeya bi viya ku hevpeymaniya qaşo dijî DAIŞ ya amerîkî naxwaze derbarê kuştina welatiyên sivîl li êrîşên sala bihurî ji bo azadkirina bajarê Reqayê li xwe mukur were, ragihand: Vê hevpeymaniyê piştî wêrankirina bajêr, welatiyên sivîl kuştin, binavahî xera kirin û pişta têrorîstan girt.