Teqîna maşîneke bombekirî li Idlibê
Cotmeh 21, 2018 20:51 Asia/Tehran
Maşîneke bombekirî li navenda Idlibê hat teqandinê û li gorî agahîyên seretayî, 4 kes di encamê de bi giranî birîndar bûne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Ikhlasê, li gorî agahîyên ji çavkanîyên herêmî, maşîneke bombekirî li navenda Idlibê teqîya ku di encamê de 4 kes bi awayekî giran birîndar bûn.
Ev bombedanîna li navenda Idlibê di halekî da ye ku Tirkîye eva çend hefte ye ji bo damezirandina devera bêçek li Idlibê hewil dide û di çarçova rêketina Soçîyê ya digel Rûsîyê de hewil dide çekdarên radîkal ji Idlibê derxe û di navbera hêzên asrtêşa Sûrîyê û neyarên hikûmeta vî welatî li vî şarê istiratêjîk de devereke navbirrê kivş bike.