Cotmeh 20, 2018 19:41 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê êriş bire ser pêgehên terorîstên li Helebê

Artêşa Sûriyê bargehên terorîstan li bajarê Helebê li bakûra vî welatî, dan ber êrişên topxaneyî.

Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên meydanî yên li bajarê Helebê, heya niha tu raporek derabarê xisarên ku li bargehên terorîstan ketine neweşandine.

Bajarê Helebê, navenda parêzgehekê ser vê navê ye ku ji nîveka sala 2012`an ve bûye bereya sereke ya şerrê navxweyî yê Sûriyê û dabeşî navçeyên li bin kontrola hêzên dewletî û navçeyên li bin lepên terorîstan bûye.

Li gorî nûçeyeka din a ji Sûriyê, ji duşemiya buhurî 15`ê Cotmehê ve heya niha, hevgavê vebûna derbasgeha Nesîbê li ser sînorê Sûriyê ya bi Urdinê re, 108 awareyên sûrî ji vê derbasgehê ve vegeryane welatê xwe.

Derbasgeha Nesîbê ku li pişka sûrî ser navê Nesîb û li aliyê Urdinê jî ser navê Cabirê tê nasîn, ji sala 2015`an ve û piştî dagîrbûna wê ji aliyê komên terorîst ve hatiye girêdanê.

Artêşa Sûriyê, meha Hezîrana buhurî karî careka din kontrola vê derbasgeha sînorî bigire destê xwe.