Cotmeh 18, 2018 19:15 Asia/Tehran
  • Putin:

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dibêje ku DAIŞê li başûrê Firatê nêzî 700 kes ku welatiyên Ameîrkayê jî di nav de ne, revandine.

Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku terorîstên DAIŞê li başûrê Firatê nêzî 700 kes revandine ku welatiyên Amerîkayê jî di nav de ne. Serokê Rûsyayê aşkera kir ku DAIŞ gef dixwe ku her roj 10 kes ji wan revandiyan bikuje.

Putin di axaftina xwe de herwiha got ku DAIŞê tevgera xwe ya li wan herêmên di kontrola Amerîkayê de zêde kirine. Çend rojan berê jî medyaya ser bi HSDê diyar kiribû ku terorîstên DAIŞê êrişî ser kempa awareyan li derdora Dêrazorê  kirine û gelek ji malbatên awareyan revandine. Li vê çarçovê de ajans Sputnîkê ya Rûsyayê jî diyar kiriye ku terorîstên DAIŞê 13C otmehê li êrişa ser kempeke awareyan endamên 130 malbatên awareyan revandine. 

Medya Erebî jî duh îdîa kiribû ku DAIŞê li Dêrazorê êrişî kampeke penaberan a di bin kontrola HSDê de kiriye û hejmareke zêde jin û zarok revandine.

Amerîkayê heta niha li ser vê mijarê ti daxuyaniyek nedaye.