Sefera wezîrê karên dreve yê Iraqê bo Sûriyê bona gotûbêja li bara berfierehkirina peywednî û hevkariya eskerî
Wezîrê karên derve yê Iraqê berê xwe daye Sûriyê ku li hevdîtina bi serokkomar û berpirsên din ên pilebilind ên vî welatî re riyên berfirehkirina peywendî û hevkariya eskerî navbera du welatan bişopîne.
Li gorî rapora Kurdpressê, Ehmed Mehcûb,Berdevkê wezareta karên dreve ya Iraqê îro berî nîvro bi daxûyaniyekê raghand ku Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên dreve yê vî welatî li sefereke fermî ya du rojî drebasî bajarê Şamê, paytexta Sûriyê bûye.
Mehcûb li daxûyaniya xwe ku medya nûçan a Iraqê ji wana Someriye Newsê ew weşandin, teqez kir ku Ceferî li sefera xwe ya Şamê tev Beşar Esed srokomarê Sûriyê û berpirsê din ên pilebilind ên vî welatî hevdîtinê pêk tîne da ku rewşa ewlehî û siyasî ya navçê û berfirehkirina peywendiyên navbera her du welatan hilkolin.
Di hemen demê de, rojnama El-Ereb El-Cedîdê çapa Londonê ji zarê çavkaniyeke siyasî yê agehdar raghandiye ku dosiyên zelal navbera Iraq û Sûriyê li bara rawestana li ber terorîzmê, hevkariya eskerî û siyasî û hevpeymaniya çaralî bi Îranê û Rûsiyê re hene, lê dîsa jî pir muhtemel e li sefera Ceferî ya Şamê,li ser hevkariya leşkerî navbera du welatan pêgîrî bibe.