Cotmeh 14, 2018 16:24 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞ`ê 10 welatiyên sûrî îdam kirin

Koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê 10 welatiyên sûrî li zindanên parêzgeha Dêrazorê îdam kirin.

 Li gorî rapora Al-Alam`ê, Çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê, roja yekşemiyê raghand: Welatiyên sûrî yên îdambûyî li zindanên  koma terorîstî li navçên  Hecîn, El-Bû Xatir û El-Şeifê li başûrê rojhilata parêzgeha  Derazorê dihatin xweyîkirin.

 Terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê roja îniyê jî bi êrişa ser kampa awareyên sûrî li derdora başûrê Dêrazorê 130 malbatên sûrî rewandin.

 Di hemne demê de, terorîstên tekfîrî di dewama cinayetên  xwe li Sûriyê navçên  Heleb El-Cedîdê, Cemiye El-Zehra û şare El-Nîlê û El-Şehbayê li parêzgeha  Helebê  bi hawanan dan ber êrişan.

 Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.