Cotmeh 14, 2018 12:50 Asia/Tehran
  • Rûsya: Divê NY li bara bikaranîna bombeyên fosforîk ji aliyê Amerîkayê li Sûriyê lêkolînê bike

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Konseya Fedrasiyona Rûsyayê ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ya NY xwest ku li bara bikaranîna bombeyên fosforîk ji aliyê Amerîkayê li Sûriyê lêkolînê bike.

Li gor nûçeya Interfax`ê: Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Konseya Fedrasiyona Rûsyayê Konstantin Kosachev duh ragihand ku Moskow ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ya NY dixwaze ser bikaranîna çek û bombeyên qedexe yên wekî bomba fosforîk ji aliyê Amerîkayê li Sûriyê lêkolînê bike.

Vî senatorê dercebilind ê Rûsyayê got ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ya NY divê bi lez li bara raporên medyayên cîhanê derheq bikaranîna bombeyên fosforîk ji aliyê Amerîkayê ve li Sûriyê lêkolînê bike û rast an derewbûna wan nûçeyan îsbat bike.

Ajansa nûçeya a Sûriyê SANA duh ragihand ku balafirên Amerîkayê bombeyên fosforîk rijandin ser devera Hecîn li parêzgeh Dêrazorê.

Dewleta Sûriyê jî bi caran bi şandina nameyan ji bo Sek. giştî yê NY û serokê Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê ji wan xwestiye ku cinayetên Hevpeymaniya Amerîkayî li Sûriyê bi dawî bînin.