Cotmeh 14, 2018 10:46 Asia/Tehran
  • YPG: Li Efrînê 3 çekdarên alîgirên Tirkiyê hatin kuştin

YPGê ragihand, li Efrînê 3 çekdarên alîgirên Tirkiyê bi destê şervanên wan ve hatin kuştin.

YPGê di daxuyaniyekê de ragihandiye, şervanên wê rojên 11 û 12 yên vê mehê êrişî terorîstên ser navê Artêşa Sûriya Azad ên alîgirên Tirkiyê kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di ecama wan êrişan de li gundê Xezawiyê yê Efrînê çekdarekî Feyleq El Şam, ku berpirsê rêbenda gund bû, hat kuştin. Li devera Şera ya Efrînê jî 2 çekdarên Firqeya El Hemze hatin kuştin.

Ji dema dagîrkirina Efrîn û deverên ser bi wê revandina xelkê sivîl û kuştin û şikencekirina wan û dizîna malên xelkê ji aliyê terorîstên ser bi Tirkiyê û hêzên vî welatê bûye karekî normal û eşkera û dewleta Tirkiyê xwe li hemberî vê yekê bê deng kiriye û ti karekî nake.