Cotmeh 14, 2018 10:31 Asia/Tehran
  • HSD: DAIŞê êrişî kampa koçberan ya Dêrazorê kir

Çekdarên DAIŞê li rojhilatê herêma Dêrezorê ya Sûriyê êrişî kampa koçberan kirin û bi sedan kesên sivîl revandin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihandiye, çekdarên DAIŞ ji rewşa xirab ya hewayê mifa dîtine û bi hevkariya endamên xwe yên veşartî, êrişî kampa Hejîn li nêzîkî gundê Behra yê Dêrezorê kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku şervanên HSDê pêşiya êrişa DAIŞê girtine ji ber wê jî şerekî giran derketiye, di wî şerî de herî kêm 20 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û yên din jî reviyane lê hinek akinciyên kampê bi xwe re birine.

Rêxistina Sûrî ya Mafên Mirov jî daye zanîn, çekdarên DAIŞê zêdetir ji 100 malbatên koçber ji kampa Behrayê revandine.