Cotmeh 13, 2018 16:41 Asia/Tehran
  • Bi dehan malbatên Sûrî li Dêrazorê ketine destê terorîstan

Terorîstên DAIŞ`ê duh îniyê êrişî ser kempa awareyên sûrî li derûdora başûrî ya Dêrazorê kirin û endamên 130 malbatan rehîn girtin.

Li gor rapora ajansanûçan a Mêhr Newsê, Terorîstên DAIŞ`ê duh îniyê êrişî ser kempa awareyên sûrî li derûdora başûrî ya Dêrazorê kirin û endamên 130 malbatan rehîn girtin û birine ciyekî nadiyar.

Ji aliyê dinve grûpa terorîstên nasyar bi Cêyîş Muqavîrulsureh jî nahêlin xwarek û alîkarî bigehêjin awareyên Kempa El-Rekban li parêzgeha Humsê  ku ev mesela bûye sebeb ku heta niha 14 welatiyên Sûriyê bêne kuştin.

Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya komên terorîst ku welatên wek Amerîka, Tirkiye, Erebistan û Qeterê ji wan piştgirî dikirin bona têkbirina hikûmeta qanûnî ya Sûriyê û dabînkirina ewlehiya Rejîma Siyonîstî despê bû, Lê belê artêşa Sûriyê bi alîkariya şêwirkarên leşkerî yên Îranê û alîkariya Rûsyayê terorîstên wek DAIŞê têk birin û piraniya axa Sûriyê azad kirin.