Îlon 22, 2018 18:33 Asia/Tehran
  • Dewama talankirina milk û zevîyên niştecihên Efrînê ji hêla têrorîstan ve

Li bajarê Efrînê li bakura Sûrîyê têrorîstên ku artêşa Tirkiyê pişta wan digire, dest danîne ser rezên zeytûn û hinaran. Têrorîstan herwiha berhema zeytûnên welatiyan li nehiyeya Bilbilê ya ser bi Efrînê talan kirin.

Li gorî raporan, xelkê Efrînê radigihîne ku binpêkarîyên têrorîstan li herêma Efrînê berdewam in û têrorîstan li kêleka darên zeytûnan dest danîne ser darên hinaran jî.

Bi gotina welatiyên Efrînê, çekdarên hêza bi navê “Ehrar El Şa” li nahiyeya Şêrava dest danîne ser zeviyên hinaran ên herdu gundên Girzêlê û Endara û berhemên welatiyan bi zorê birine.

Li gorî gotina xelkê, têrorîstên Ehrar El Şayê, dest danîne ser 2 hezar darên hinaran li van herdu gundên nahiyeya Şêravayê.

Ji aliyê din ve çavkaniyekê ji nehiyeya Bilbilê ragihand ku çekdarên hêza bi navê Ehrar El Şerqiye berhemên rezên zeytûnan li gundê Bîlê yê ser bi Bilbilê talan kirine û dest danîne ser daran.

Di çend rojên borî de, serokerkaniya hêza bi navê Artêşa Niştimanî ya opozisyonê, ragihandibû ku divê hemû zeviyên di destê çekdaran de, radestî encûmenên xwecihî bên kirin, lê heta niha têrorîst pêbendê vê biryarê nebûne.