Îlon 19, 2018 14:08 Asia/Tehran
  • Beşar Ceferî: Îsrayîl bi êrişa ser Sûriyê dixebite piştevaniya terorîstan bike

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî destnîşan kir: Êrişa vê dûmahîkê ya Rejîma Siyonîstî ser axa Sûriyê, dewama siyasetên destdirêjkerane yên Telavîvê bona piştevaniya ji grûpên terorîstî ye ku ji destê artêşa Sûriyê işkestên zav xwarine.

Li gor raporaajansanûçan a IRNA`yê, Beşar Ceferî Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî ragihand:: Eva ku De-Mîstora nûnerê taybete sekretirê rêxistiya Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê û Mark Lukok alîkarê sekretirê NY li karûbarên mirovdostane li bara destdirêjiyên bi dû heve Îsrayîl ser axa Sûriyê bê dengin ciyê ecibmayînê ye û Sûriyeji Konseya Ewlehiyê dixwaze teybîrekî lezgîn û qahîm bona sizadana Rejîma Siyonîstî li bara van cinayetan berçav bigre ji ber ku Rejîma Siyonîstî menşûra NY û qayde û qirarên navnetewî binpê dike.

Firokên şêr yên Rejîma Siyonîstî duşemêşev navendekî senetên lêkolînî li Laziqiyê kire hedefa êrişên xwe.

Artêşa Sûriyê ragihandiye ji ber vê êrişa Rejîma Siyonîstî vê navenda lêkolînî xisaret dîtiye û 2 kes ji hatine kuştin.

Rejîma Siyonîstî şemêşev jî balafirgeha navnetewî ya Şamê kire hedefa mûşekên xwe.

Rejîma Siyonîstî heta niha li çarçîva piştevaniya ji terorîstên navaxa Sûriyê bicaran êrişî ser pêgehên artêş û jêravahiyên Sûriyê kiriye.