Îlon 19, 2018 12:42 Asia/Tehran
  • Tirkîyê û têrorîstan gelek guhertinên xirab li herêma Efrînê pêk anîne

6 mehan piştî dagirkirina Efrînê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û têrorîstên ser bi Enqerê ve, di warên xizmetguzarî, aborî, ewlehî, demografî, perwerde û xwendinê de, gelek guhertinên nerênî, li herêma Efrînê hatin kirin.

Encûmenên xwecihî li vê herêmê hatin damezrandin, lê, li gorî gotina hinek welatiyên Efrînê, têrorîstên opozisyonê ku hikûmeta Tirkiyê piştgiriya wan dike, ew encûmen pûç kirine û ti rol ji wan re nehiştine.

20ê Çileya 2018`an, operasyona Tirtkiyê li ser Herêma Efrînê destpê kir. 18`ê Adara 2018an, Herêma Efrînê bi tevayî kete jêr kontrola artêşa Tirkiyê û têrorîstên opozsiyona Sûriyê.

Li ser destên çekdaran, ziyanên mezin, gihiştine vê herêmê, herwiha astengî ji xelkê re derketin û hêj berdewam in. Rewşa ewlehî li hemû navçeyên herêma Efrînê zehmet bûye.

Dibistanên xwendinê kirine binkeyên leşkerî. Traktor, ototmobîl û çavkaniyên debera jiyana xelkê talan û wêran dikin. Ajel, zevî, dar, mal û milkên xelkê didizin û talan dikin û bi zorê ji wan distînin. Bi milyonan pere û zêr ji xelkê standine yan dizîne.

Têrorîstan şûnwarên ku bi hezaran salan hebûn, wêran kirine û gelek parçeyên şûnwarî dizîne. 56 şûnwarên dîrokî hatin wêrankirin û talankirin.

Amûrên Bendava Meydankê ya ser bi Efrînê dizîne, di encamê de jî av ji ser welatiyan hatiye birrîn.

Bi gotina nişteciyên Efrînê, li kêleka girtina xelkê û talankirin û dizîna mal û milkên wan, çekdarên opozisyonê, rê nadin wan ku herin nav dar û zeviyên xwe. Herwiha guleyan li wan dirreşînin û bi hezaran darên wan şewitandine.

Mayinên çandî li nav mal, rê û zeviyan datînin, ku bi sedema teqîna wan mayinan jî, gelek welatî dibine qurbanî.

Têrorîst daristanên herêma Efrînê dibirrin û bazirganiyê bi êzingan dikin. Bi dehan daristan û zevî hatine şewitandin.

Herwiha tor, amûr, wêstgehên, transên veguhastin û dabeşkirina av û elektirkê li herêma Efrînê wêran û talan kirine. Di nav de jî navendeke sereke ya elektirîkê li gundê Tirindê têk dan. Di navbera sedî 60-70`yê transên av û elektrîkê, ji hêla têrorîstan ve hatine dizîn.

Welatî, bi darê zorê, ji cih û warên xwe, hatin dûrxistin. Weke mînak, di nûtirîn pêşhate de, hêza bi navê “Elcebhe Elşamiye” 15 malbatên efrînî ji malên wan derxistin û çekdar li şûna wan bicih kirin.

Têrorîst serederîyeke tund li dijî welatiyên sivîl dikin û binpêkirinên mezin encam didin.