Îlon 18, 2018 18:17 Asia/Tehran
  • Pêşwazîya Şamê ji lihevkirina Pûtîn û Erdogîn a derbarê Idlibê de

Dewleta SÛrîyê ji lihevkirina vê dawîyê ya Tirkîyê û Rûsyayê derbarê Idlibê de pêşwazî kir.

Çavkanîyekî li wezareta karên derve ya Sûrîyê îro li daxûyanîyekê ji ber lihevkirina Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê û Viladimîr Pûtîn serokomarê Rûsyayê derbarê kivşkirina devera "Valakirina çek û sîlahan" li Idliba Sûrîyê û rawestandina opêrasyonên leşkerî li vê parêzgehê kêfxweşîya xwe dîyar kir.

Di vê daxûyanîyê de hatîye ku rêketina derbarê Idlibê de encama rawêjkarîyên berfire yên Rûsya û Sûrîyê bi hevdengîya tam a her du welatan e.

Di wê daxûyanîyê de herwiha hatîye ku Rêketina derbarê Idlibê de rêketinek e li çatçoveyeke diyarkirî ya demê û pişkeke ji rêketinên berê derbarê deverên kêmkirina gêre û şîdet de ye ku encama civînên Astanê bûn û di esasê de li ser serwerî, tifaq û yekperçetîya axa Sûrîyê û azadkirna tam a deverên dagirbûyî bi destê têrorîstan dikin, pêgirî dike .

Şam di eynî demê de pêgirîyê dike ku dê têkoşîna dijî têrorîstan heta paqijkirina tam a axa Sûrîyê ji têrorîsmê bidome.

Ji hêla din ve, Elî Ebdulkerîm, sefîrê Sûrîyê li Libnanê îro ragihand ku ev rêketina, ceribandinek ji bo Enqerê ye.

Ebdulkerîm got: Ez vê rêketinê ceribandinekê ji bo şîyana Tirkîyê ya di warê cihanîna sozên Enqerê de dizanim.

Sefîrê Sûrîyê li Libnanê herwiha got. Tirkîye niha din bin zext û zorê de ye, lewma ez ser vê bawerê me ku yê di vî warî de zêdetir hewil bide.