Îlon 18, 2018 14:06 Asia/Tehran
  •  Êrişên mûşekî ser Lazqiyê û wendabûna balefira eskerî ya rûsî li Kûranê

Li encama êrişa mûşekî ser hin navçên Lazqiyê, balefira eskerî ya Rûsiyê ji sefheya radara Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê derket. Çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ser bi neyaran ev êriş bi Îsraîlê ve girêdane. lê Sûriyê Emerîkayê berpirsê van êrişana dizane.

 Tê gotin ev êriş, peyamek ji aliyê  êrişkirê ser Rûsiyê bona gefal li dijî du meqerên  hewayî yên Hemîmîm û meqera deryayî ya Tertûsê bûye ku Rûsiyê têde du hêzên xwe bicih kirine.

Sputnikê ji ber ku teşkîlta pêşeyî ketiye ber vê êrişê, Emerîka sebekarê van êrişan daye zanîn, lê xelkê navçê gotine ku hin balefirên cengê li herêma hewayî ya navçeyê dîtine ku ji rexê Lubnanê  ve herêma hewayî ya Sûriyê binpê kirine.

Midehekê beriya wê jî balefirên cengê yên Îsarîlê ji herêma  hewayî ya Lubnanê hin êriş ser Sûriyê cih aniîne.  Mijara ku şika desthebûna Îsraîlê li  van êrişan  qahêmtir û balkêştir dike, gefa vê dawiyê ya Netanyahû bû ku  behsa girtina pêşiya  gihêştina çek û sîlehan bo destê dijminan li Sûriyê kiribû ku helbet li êrişa mûşekî ya vê dawiyê ya Îsraîlê ser derdora  balefirgeha navneteweyî ya Şamê eşeker bû. Eva li halekê ye ku  çavkaniyên eskerî yên Sûriyê, Emerîka li pişta  vê  êrişê dane zanîn lê  Şûn Robertson, berdevkê Pentagonê gotiye Emerîkayê tu êrişkek ser meqerên Sûriyê nekiriye.

Sercem hin mijarên hene ku şik û gumana  hegera  wendabûna  balefira eskerî ya Rûsiyê ji sefheya  radarê zêde dikin. Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê destnîşan kiriye ku avêtina hin mûşekan ji aliyê papora Fransayê li deryaya Medîteranê şopandiye. Li vê barê tê gotin ku papora fransî ya Oryon hin mûşek dema ku çar balefirên cengê yên  Îsraîlê êrişî ser Laziqyê dikrin, avêtine.

 Durust dema ku  peywendiya  radarî ya meqera Hemîmîmê bi balefira  IL- 20 a Rûsiyê ku têde 14 eskerên rûs hebûn, qut bû. Berpirsekî emerîkî îdia kiriye ku  Waşengton  fikri dike sîstemên berevaniya  hewayî ya Sûriyê ne bi qesd balefira eskerî ya Rûsiyê xistine ku medya  fermî ya Rûsiyê ser vê bawerê ne ku  li esmanê herêma hewayî ya Medîteranê wenda bûye.

 Ev êriş di rewşekê de ne ku Vladîmîr  Pûtîn serokkomarê Rûsiyê li dawiya gotûbêja bi hevtayê xwe yê Tirkiyê li Sûçiyê got ku  bi Erdogan re li bara  hevkariya bi qeyrana  Idlibê hin hevhatin kirine û her du welata dixwezin navçeyeke  ne-eskerî bi qasî 15 km çar kuncê li vê parêzgeha  Sûriyê ava bikin.