Rejîma Siyonîstî gefa terorê li serokkomarê Sûriyê xwar
Wezareta cengê ya Rejîma Siyonîstî bi weşandina qaşo çend wêneyên li bara cihê jiyana Beşar Esed, balefirgeha navneteweyî ya Şamê û cihê damezrîna tankên artêşa Sûriyê, gefa terorê li serokkomarê Sûriyê xwar.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, û ji zarê medya siyonîstî ya Timess of Îsraîllê, wezareta cengê ya Rejîma Siyonîstî îro duşemiyê hewl da ku mahiyeta şerxwazî û destdirêjiya xwe nîşan bide û îdii kir: Ev wêne bi îstifada ji setelayta xweya sîxoriyê bi navê Ofek 11 ê bi dest xistine.
Rayedarên Rejîma Siyonîstî midehekê berî niha dema ku artêşa Sûriyê piştî işkestdayîna koma terorîstî ya DAIŞ`ê li halê bidestxistina serketinên berfireh û pêşdeçûna li dijî meqerên terorîstan li navçên başûrî yên Sûriyê bû, gefa terorê li Beşar Esed xwaribû.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.
Rejîma Siyonîstî bi caran eşkere ji terorîstên li Sûriyê piştgirî kiriye û alîkariya çek û sîlehî daye wan.