Îlon 18, 2018 12:05 Asia/Tehran
  •  Artêşa Sûriyê: Êrişa hewayî ser Lazqiyê ji aliyê balefirên cengê yên Îsraîlê ve cih hatiye

Artêşa Sûriyê vê sibê sêşemiyê li daxûayniyekê ragahnd ku êrişa hewayî ser bajarê Lazqiyê li bakurê rojavaya vî welatî, ji aliyê balefirên cengê yên Îsraîlê ve û ji herêma hewayî ya Lubnanê ve cih hatiye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, artêşa Sûriyê destnîşan kir ku balefirên cengê yên Rejîma  Siûdî navendeke  pêşeyên  berevaniyê û teknolojiyê li Lazqiyê dane ber êrişan.

 Li gorî ragahndina  artêşa Sûriyê, li encama vê êrişê hin xisar li vê avahya pêşeyî  ketiye û her wiha  du kes jî şehîd bûne.

  Artêşa Sûriyê li vê daxûyaniyê destnîşan kir ku Rejîma  Siyonîstî bi van êrişana  hewl dide ku  rûhiyeta komên teroîstî yên işkestxwarî li parêzgeha  Idlibê li bakurê rojava Sûriyê piştî sertketinên  artêşa Sûriyê li dijî terorîstan li bereyên şêr jorde bibe.

 Artêşa Sûriyê bal kişand  ser vê yekê ku ev êriş nîşana  piştgiriya rasterast a Îsraîlê ji komên terorîstî li Sûriyê ye û destnîşan kir ku êrişên Rejîma Siyonîstî dê viyana  artêşa Sûriyê bo têkbirina  terorîzmê sist neke.

  Rejîma Siyonîstî şemiya buhurî jî balefirgeha navneteweyî ya Şamê da ber êrişên mûşekî.  Sîstema berevaniya hewayî hejmarek ji van mûşekana radû kirin û têk birin.

 Îsraîlê heta niha bi caran bona piştgiriya ji terorîstan, meqerên artêşê û binavahiyên  Sûriyê daye ber êrişan.

 Hin êrişên Îsraîlê ser Sûriyê ji herêma hewayî ya Lubnanê cih hatiye. Rejîma Siyonîst tim t herêma hewayî, bejahî û deryayî ya Lubnanê binpê dike.

 Artêşa Rejîma Siyonîstî, 4 Îlonê li raporekê ragahnd ku li 18 mehên buhurî zêde ji 200 cih li Sûriyê dane ber êrişan.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.

 Artêşa Sûriyê bi alîkariyên  misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriya Rûsiyê karî ku dosiya koma terorîstî ya DAIŞ`ê li vî welatî girêde.

 Komên din ên  terorîstî jî li halê işkestxwarinê ne.

 Îsraîl pir dilgianê işksta terorstan li Sûriyê ye.