Şêwirmenda serokkomarê Sûriyê: Pêwîst e derbasgehên navbera Iraq û Sûriyê bên vekirin
Şêwirmenda serokkomarê Sûriyê li hevdîtina balyozê Iraqê li Şamê ser pêwîstiya vebûna drebasgehên navbera Iraq û Sûriyê sekinî.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr News`ê, û ji zarê Russia El-Yewmê, Buseyna Şe`ban şêwirmenada siyasî û medyyaî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li hevdîtina bi Sed Muhemed Riza balyozê Iraqê li Şamê ser giringiya peyweniyên navbera du welatên bira û bandora rasterast a vebûna derbasgehên sînorî ser peywedniyna û danûstandinên ticarî navbera Sûriyê û Iraqê sekinî.
Li vê hevdîtinê balyozê Iraqê li Sûriyê jî ser piştgiriya welatê xwe ji mijarên têjkildarî Sûriyê li derdûrên navçeyî û navneteweyî sekinî û raghand: Iraq û Sûriye rastî xetereke hevpar bi navê terorîzmê hatine.
Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê jî Hezîrana buhurî 2018`an li peyamek bo Îbrahîm Ceferî hevtayê xwe yê iraqî ji wî xwestibû ku bi hevkariya dualî derbasgeha sînorî ya du welatan( El-Bukemal-El-Qaim) li parêzgehên Dêarzora Sûriyê û Enbara Iraqê bê vekirin.
Drbasgeha sînorî ya El-Welîdê ku li Sûriyê bi navê El-Tenfê tê naskirin yekî din ji derbasgehên sînorî navbera Sûriyê û Iraqê ye.