Tirkiye piştgiriya xwe ji têrorîstên li nav Idlibê re zêde dike
Ajansa Reutersê li ser zarê çendîn fermandarên koam têrorîst a ser navê “Artêşa Azad a Suriye” radighîne ku “Bi egera ku hikûmeta Suriye di amadekariyên Operasyonekê li dij Idlibê de ye, Tirkiye piştgiriya xwe ya dayîna çek û alavên serbazî bo têrorîstan li Idlibê de zêde kiriye”.
Di nûçeyê de her wiha hatiye, fermandarekî “Artêşa Azad a Suriye” ku bi berpirsên Tirkiye re di pêwendiyek xurt de ye, diyar kiriye: “Berpirsên Tirkiye soz dan, bi egera ku şerê Idlibê dikare dirêj bibe, alîkariya çek û alavên leşkerî zêdetir bikin”.
Li gor heman jêderan di rojên dawîyê de gelek barhilgirên alavên serbazî û çek ji alîyê Tirkiye ve gihiştine nav Idlibê û radestî dijberên Sûriyê hatine kirin.
Piştgiriya Tirkiye bo têrorîstan, piştî Civîna Tehranê (ku di navbeyna Îran, Rûsya û Tirkiye de pêk hat) zêdetir bûye. Her weha parastina xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li derdora Idlibê jî hatiye xurtkirin.