Tîrmeh 21, 2018 19:14 Asia/Tehran
  • Pûtîn û Mekron têkildarî hewildanên mirovdostîyê li Xûteya Rojhilata Sûrîyê axivîn

Qesra Krêmlînê ragihand ku serokomarên Rûsyayê û Fransayê bi rêya telefonê têkildarî hewildanên mirovdostîyê yên li Xûteya Rojhilata Sûrîyê axivîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Qesra Kremlînê li daxûyanîyekê ragihand ku Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsyayê û Êmanoêl Mekron hevtûşê wî yê fransî bi rêya telefonê derbarê hewildanên mirovdostîyê yên li Xûteya Rojhilata Sûrîyê qise kirin.

Berpirsên firansî ragihnadin ku Parîsê duh peyama razîbûna Moskowê têkildarî xweşkirina rewşê ji bo şandina alîkarîyên mirovdostîyê yên xwe bo Xûteya Rojhilatê wergirt.

Li gorî gotina wan berpirsan, 50 ton alîkarîyên pizişkî îro bi balafirekê bo baregeheke leşkerî ya ûsyayê li rojavaya Sûrîyê hatin veguhestin.

Xûteya Rojhilata Sûrîyê di meha Nîsanê de ji lepên têrorîstan hat azadkirinê.