Tîrmeh 21, 2018 18:31 Asia/Tehran
  • Hejmarek têrorîstan li Derayê xwe radestî artêşa Sûrîyê kirin

Hejmareke din a têrorîstên li bajarokên Mezîrîb û Yadûdê li derdora parêzgeha Derayê li başûra Sûrîyê, xwe radestî hêzên artêşa vî welatî kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a SANA`yê, piştî teslîmbûna wan terorîstana, artêşa Sûrîyê cebilxaneyeke mezin a têrorîstan li derdora Derayê peyda kir.

Bi dû lihevkirina komên têrorîst ên li başûra Sûriyê û dewleta Şamê, pirraniya deverên di bin kontrola wan komana de bilê başûra rojhilata Dera û Quneyterê ku di bin dagirkerîya DAIŞ`ê de ne, ketine bin kontrola hêzên artêşa Sûrîyê.

Ji hêla din ve, Jêderek ji Fermandetiya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji rojnameya “Watan” a Sûrî re da zanîn, daxwazeke hevbeş li cem wê meclisê û Meclisa Sivîl a Demokratîk heye ku Minbic vegere hembêza dewleta Şamê.

Ew çavkanîya herwiha tekez dike, her du meclis red dikin ku Tirkiye derbasî bajêr bibe û herwiha da zanîn, rayedarên  Tirkiyê dixebitin Amerîkayê razî bikin ji bo ku kontrola Minbicê bêxin destê xwe û Enqere û Amerîka rêveberiyeke xwecihî û polîs jî dameziradine ku li gor nexşerêya Enqere û Washingtonê di şeş mehên bê de pêk tên.

Wî jêderî diyar kir, piraniya xelkê Minbicê dibînin ku Tirkiye dewleteke dagîrker e û dixwaze Kurdên Sûriyê ji xaka wan koçber bike, ji ber wê ew dixwazin dewleta Sûriyê vegere bajêr û wan û hemû pêkhateyên din ji ber zilm û zora Tirkiyê biparêze.

Wî herwiha diyar kir ku Moskow haje wê daxwazê heye û dê bi Tirkiyê danûstandinê bike, da ku daxwaza xelkê Minbicê yê ku hebûna Tirkiyê red dike bicih bîne.