Çekên îsraîlî li navçeyên azadbûyî yên li Hemah a Sûriyê hatin dîtin
Hêzên artêşa Sûriyê li operasyona paqijkirina navçeyên azadbûyî yên li navça Eqrebê li dorhêla başûrî ya Hemahê, çekên îsraîlî dîtin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya SANA`yê, hêzên artêşa Sûriyê herwiha ragihandin di nava çekên ku ji terorîstan mane, reşaşeyên BKC û alavên peywendiyê tên dîtin.
Kanala AL-ALAM`ê du hefteyan beriya niha ji keşifkirina gelek çek û mûşekên ku li Amerîkayê û welatên rojavayî û Rejîma Îsraîlê hatine çêkirin, li derdora Deraya başûrê Sûriyê agahî da.
Rejîma Siyonîst, Amerîka û hin welatên Ereb ên navçê, ji sala 2011`an ve bi piştevaniya komên terorîst, qeyran û nearamiya li Sûriyê zêde kirine.
Li gorî nûçeyeka din biryar e 120 otûbûs, rûniştiyên bajarokên dorpêçbûyî yên Fewe û Keferyayê li parêzgeha Idlibê, veguhêzine cihekî din.
Li gorî gotina hin çavkaniyan, veguhestina rûniştiyên Fewe û Keferyayê, piştî hatina hemî otûbûsan nav van navçeyan wê destpê bibe û xelk wê bi yekcarî werin veguhestin.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Emerîka û hin welatên rojava û ereb ji bo guhertina muadileyên navçeyî ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû, lê ev hewldan ji ber piştgiriya gelanî û bereya berxwedanê bêencam mane.