Tîrmeh 18, 2018 19:02 Asia/Tehran
  • Pêşveçûan artêşa Sûriyê li navçeya Sêkunca Mirinê li bakûrê rojava ya Derayê

Artêşa Sûriyê li dewama operasyona xwe ya li bakûra rojava ya parêzgeha Derayê, karî kontrola navçeya girîng a ser navê Sêkunca Mirinê ji aliyê vê parêzgehê ve bigire destê xwe û çend gundên li vê mêhwerê azad bike.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê, çavkaniyên meydanî rojnameya El Wetenê re gotin: Hêzên artêşa Sûriyê karîn kontrola gund û bilindiyên Eqrebayê û gundê El Aliye ya li rojavaya bajarê Casimê li bakûra rojava ya Derayê li başûra Sûriyê bigirin destê xwe.

Artêşa Sûriyê herwiha karî kontrola bilindiyên El Mehîs bigire destê xwe û li dû hevhatina bi komên çekdarên li bajaroka Nemerê li bakûra rojava ya Derayê derbasî nav vê bajarokê bû.

Balafirên cengê yên sûrî bargehên komên çekdar ên li bilindiyên Cabiyê û bargehên Koma Terorîst a DAIŞ`ê li bajaroka Tesîlê û navçeya Şêx Sedê li rîfa başûrî ya Derayê kirine armanc. Di eynî demê de bi lidarxistina xwenîşandana rûniştiyên bajarokên El Herak, El Suwere û Ulemayê bona piştevaniya ji Bişar Esed û Artêşa Sûriyê û bilindkirina alaya vî welatî, ev bajarokane ji hebûna endamên terorîst paqij bûn.

Artêşa Sûriyê di van rojên buhurî jî karî kontrola bilindiyên El Hare û El Malê bigire destê xwe û li ser gund û bajarokên ser sînorê îdarî yên di navbera parêzgehên Dera û Quneyterê serdest bibe.

Artêşa Sûriyê, operasyona xwe ya leşkerî li 15`ê Hezîranê ji bo istandina navçeya başûrêî Sûriyê hevgavê pêvajoya aştiya netewî  destpê kiriye.