Tîrmeh 17, 2018 16:33 Asia/Tehran
  • YPG'ê: Li Efrînê 12 leşkerên Tirkiyê û endamên Artêşa Sûriya Azad hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku ji 11 heta 15'ê Tîrmehê li Efrînê di çalakiyan de 12 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di daxuyaniyeke nivîskî de bîlançya çalakiyên xwe yên rojên dawî yên li Efrînê eşkere kir. Li gorî vê yekê, 9 leşkerên Tirkiyê û 3 terorîstên koma bi navê Artêşa Suriya Azad hatine kuştin. 3 ji leşkerên hatine kuştin payebilind in.

Di daxuyaniya YPG'ê de hatiye ragihandin: "Ji 11 heta 15'ê Tîrmehê hêzên YPGê li Efrînê li dijî artêşa Tirkiyê a dagirker û komên wê yên terorîst hin çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de herî kêm 9 leşker û 3 terorîst hatin kuştin.

Li gor vê dasxuyaniyê li 11'ê Tîrmehê hêzên YPGê li ser rêya gundê Basilê yê navçeya Şera ya Efrînê êrişî ser wesayiteke leşkerî kir ku di encamê de 8 leşker hatin kuştin ku yek ji wan sitvan û 2 jî serpel in.

Herwiha hêzên YPGê roja 13'ê Tîrmehê li derdora gundê Kîmarê êrişî wesayiteke din a leşkerên Tirkiyê û terorîstên koma Firqat Hemze kir ku di encamê de leşkerek û 2 terorîst hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

14'ê Tîrmehê jî YPGê êrişî ser wesayita leşkerî ya koma terorîst a bi navê al-Basrawî kir û 4 yerorîst bi giranî birîndar kirin.

Herwiha YPGê roja 15'e Tîrmehê jî kemîn danîn ser riya wesayiteke terorîstên ber piştgiriya artêşa Tirkiyê û serkirdeyekî terorîstan ji koma Feylaq El Şamê yê bi navê Mûhammed Ebû Ahmed kuşt. Ev kemîna li cihekî navbera navenda bajarê Efrînê û gundê Qitmê hatibû danîn.