Tîrmeh 17, 2018 14:32 Asia/Tehran
  • Dewama êrişa firokên şêr yên hevalbendiya amerîkî ser Dêrazorê

Firokên şêr yên hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka duh duşemê gundê El-Sûse li parêzgeha Dêrazorê bombebaran kir û gelek ji welatiyên bê guneh ên sûrî kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Firokên şêr ên hevalbendiya navnetewî ya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serkêşiya Amerîkayê duh duşemê gundê El-Sûse li parêzgeha Dêrazorê bombebaran kir ku di encamê da 2 endamên malekê hatine kuştin û çend jin û zarok jî birîndar bûn ku halê hin ji wan xirab e.

Sê roj berî niha jî vê hevalbendiyê êrişî ser bajarê El-Bûkemalê li parêzgeha Dêrazorê kir ku li vê êrişê jî zêde ji 50 welatiyên sivîl ên sûrî ji wan çend jin û zarok hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hêzên Hevalbendiya qaşo Dijî terorîsmê ya bi serokatiya Amerîkayê, ji Tîrmeha sala 2014`an, bêyî îzna dewleta Sûriyê û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û bi mihaneya şerrê dijî terorîstên DAIŞ`ê, êrişên xwe yên hewayî li Sûriyê destpê kirine ku heya niha di encama van êrişan de bi dehan kes ji welatiyên bêsûc ên sûrî hatine kuştin û yan jî birîndr bûne.