Tîrmeh 17, 2018 09:26 Asia/Tehran
  • Daxwaza HSD bona gotûbêja tev dewleta Sûriyê

Hêzên Sûriya Demokrat daxwaza gotûbêja tev dewleta Şamê kirin.

Li gor rapora telivîzyona Skayî Newsê, Hikmet Hebîb ji endamên derecebilinde Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên kurde Sûriyê piştî civîna bajarê Tebqayê li bakûra vî welatî daxwaza gotûbêja raste rast tev dewleta Şamê kirine.

Hebîb ragihand ku aliyên kurde Sûriyê bona gotûbêja tev dewleta Şamê taximek destnîşan kiriye ta ku bona gotûbêjê biçin Şamê.

Hebîb di destpêka axaftina xwe de wiha axivî: ˝Em her tim ji danûstandina siyasî re amade ne û têkiliya me bi hêzên niştîmanî yên Sûriyê re heye. Em dixwazin dawî li êrşên li ser gelên Sûriyê tên,  were.

Di berdewamiya gotinên Hebîb de wiha hat gotin: ˝Em amade ne ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê biçin Şamê û her devereke li Sûriyê û bi her kesî re bidin û bistîn in.

Beşar Esed serokkomarê Sûriyê vê dûmahîkê ragihandibû ku eger bê û gotûbêjên dewleta Şamê û aliyên kurde Sûriyê rastî işkestê were , dewleta Şamê dê proja eskerî bibjêre.