Tîrmeh 16, 2018 09:10 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî ya Rejîma Siyonîstî ser Heleba Sûriyê

Ajansa fermî ya Sûriyê yekşemêşev ji êrişa mûşekî ya Rejîma Siyonîstî ser pêgehekî eskerî yê artêşa Sûriyê li derûdora Helebê xeber da.

Ajansa fermî ya Sûriyê, Sana ragihand ku herî kêm 10 mûşekên Rejîma Siyonîstî li balafirgeha eskerî ya El-Nîreb li nîzikiya Helebê ketin.

Bingehên sûrî ragihandine ku vê êrişê tu xisaretên canî tunebû û tenê xisaretên abûrî li vê balafirgehê ketiye.

Rejîma Siyonsîtî pêncşemiya bihurî jî pêgehên artêşa Sûriyê li Qunîterê li başûra vî welatî kire hedefa êrişên xwe.

Rejîma Siyonîstî bona piştevaniya ji terorîstên nav axa Sûriyê , pêgehên artêşa Sûriyê dike hedefa êrişên xwe.