Tîrmeh 15, 2018 19:42 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê êrişî derdora Quneyterê kir

Hêzên artêşa Sûrîyê vê sibê li dewama êrişên xwe li parêzgeha Quneyterê, yekemîn bajasrokê li derdora vê parêzgehê xistin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Ramî Ebdulrehman serokê Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand, hêzên artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wan êrişeke hewayî ya giran li derdora Quneyterê pêk anîn û di navbera wan û komên serhildêr li vê deverê de pevçûnên giran derketin.

Li gorî raporan, hêzên sûrî karîn bajarokê Musehhre li navenda derdora Quneyterê bêxin bin kontrola xwe.

Li gorî nûçeyeke din, koma têrorîst a DAIŞ`ê meydana niftê ya Sîcanê li rojhilata Sûrîyê ji kontrola hêzên kurd ên vî welatî derxist û dagir kir. Meydana niftê ya Sîcanê li parêzgeha Dêrezorê û li nêzîkî meydana niftê ya Umerê ye ku meydana niftê ya herî mezin a Sûrîyê tê hesêb.

Baregehên herî girîng ên Amerîkayê li rojhilata Sûrîyê jî li nêzîkî meydana niftê ya Umerê ne.