Tîrmeh 14, 2018 20:34 Asia/Tehran
  • Komên çekdar li rojavaya Derayê çekên giran radestî artêşa Sûrîyê kirin

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku komên çekdar çekên xwe yên giran li bajarokê Casim li derdora rojavaya Derayê radestî artêşa Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora SANA NEWS`ê, çavkanîyên hanê herwiha ragihandin ku artêşa Sûrîyê gundê Xirbe Seryayê û girikên wî û bilindahîyên Metweqê li başûra şarê Anxêlê li derdora bakura Derayê azad kirin.

Li gorî vê raporê, artêşa Sûrîyê piştî serdestîya li Derayê, li başûra vî welatî pêşda diçe û bi dû hev deveran dixe bin kontrola xwe û heta niha gellek navçên li herêma başûr di encama aştîya digel artêşê de hatine azadkirinê û ewlehî li wan zivirîye.

Li gorî nûçeyeke din, hin komên ser bi têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê ji wan Ceyş ul Eswed El Şerqîye û tabûra Qerîteynê li halê raqêjkarîya digel dewleta Sûrîyê ne ji bo ku ji herêma Tenefê li sînorên Sûrîye û Iraqê derkevin.

Berpirsekî berê yê Ceyş ul Eswed El Şerqîyê jî wek berpirsê hevdengîya digel dewleta Sûrîyê û leşkerên ûris ji bo veguhestina têrorîstan ber bi bakura rojhilata Sûrîyê hatîye bijartin.