Tîrmeh 14, 2018 13:14 Asia/Tehran
  •  Bicihbûna artêşa Sûriyê li Quneyterê

Bi şikesta bereya pêşiyê ya berevaniyê ya komên çekdar li Rîfa rojhilata Derayê li başûrê Sûriyê, hin kelûmel hatin şandin bo navçên pevçûnê nêzîkî Rîfa Quneyterê li sînorên hevpar tev beşa dagirbûyî ya bilindahiyên Golanê.

 Li gorî rapora rojnama  Exbara  Lubnanê, li çarçoveya  kemilandina  azadkirina başûrê Sûriyê, artêşa vî welatî bi bicihbûna  li Quneyterê azadkirina  zîvala sînorî ya Golanê xistiye rojeva xwe.

 Hevgavê operasyona artêşa  Sûriyê li başûrê vî welatî û weşandina  hin nûçan  li bara destpêbûna  operasyona  artêşê li Idlibê, komên terorîstî ji ber dubarebûna sinaryoya  Xûteya Şamê û Derayê ketine tirs û xofê.

 Bi derbasbûna  trimbêlên  artêşa  Sûriyê nava bajarê Derayê ku çend  salan di lepê terorîstan de bû, hêzên sûrî alaya Sûriyê  ser banê mizgevtekê li navça  Dera El-Beledê ku nerazîbûnên dijberên dewletê li sala 2011an  ji wir destpê bibû, bilind kirin.