Tîrmeh 13, 2018 16:53 Asia/Tehran
  • Dewama girtin, işkencekirin û kuştina sivîlan bi destê têrorîstên bin fermana Enqerê li Efrînê de

Têrorîstên di bin fermana Enqerê li Efrînê de welatiyekî Kurd ê nexweş revandin û bi eşkenceyê kuştin û meytê wî li geliyê Tîra hat dîtin.

Têrorîstên Lîwaya Sultan Murad, Firqeya Hemzat û Ehrar El-Şerqiye ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li her du bajarokên Şêrawa û Raco ser bi Efrînê li bakura Sûrîyê 13 welatiyên sivîl ên Kurd girtin û ber bi cihekî nediyar ve birine.

Têrorîstan li devera Şêrava li gundê Beiyê 9 sivîl girtin û  veguhestin cihekî ne dîyar û di berdêla  azadkirina wan welatiyên sivîl de daxwaza pereyan ji malbatên wan dikin.

Têrorîstan herwiha duh li gundê Miskê ser bi bajarokê Raco yê girêdayî herêma Efrînê ve  4 welatî û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.