Tîrmeh 13, 2018 10:53 Asia/Tehran
  • Kurdên Sûrîyê nêzîkî dewleta Şamê dibin

Kurdên Sûrîyê hêvîyeke zêde bi hevrêtî û piştgirîya demdirêj a Amerîkayê tinene, lewma vê dawîyê zêdetir meylê ji bo lihevkirina digel dewleta Sûrîyê nîşan didin. Çavdêrek jî dibêje ku heke kurd dixwazin bi dewleta navendî ya Sûrîyê re lihev bikin, divê destpêkê ji Amerîkayê dûr bikevin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, di hefteyên vê dawîyê de ku şerê dijî DAIŞ`ê nêzîkî rojên dawîyê dibe û dewleta Sûrîyê jî nêzî sedî 60`ê axa vî welatî ji lepên serhildêr û têrorîstan azad kirîye û giheştîye zîvala sînorî ya başûra vî welatî, her roj nûçeyeke taze têkildarî lihevkirina ihtimalî ya kurdan û dewleta Şamê tê bihîstin.

Li gorî nivîsara malpera Al Manîtorê, hin nîşaneyên meyal kurdan nemaze hêzên YPG ku pişkeke girîng a HSD ne, bo hevrêtîya digel dewleta Sûrîyê nemaze li parêzgeha Hesekê xûya dikin. Ev meyla kurdan jî bi hegera bêdengîya Amerîkayê li hemberî dagirkirina Efrînê bi destê Tirkîyê û lihevkirina vê dawîyê ya Waşîngton û Enqerê têkildarî derxistina hêzên kurd ji Minbicê pêk hatîye.

Şahoz Hesen hevserokê PYD jî dibêje ku heta niha tu danûstandinek di navbeyna wan û Hikumeta Sûriyê de pêk nehatîye, lê ew ji bo her danûstandinekê bê merc amade ne.

Mîşêl Canson çavdêrê meseleyên Rojhilata Navînê jî ser vê bawerê ye ku kurd nikarin bi daxwaza ji Amerîkayê tişta ku li Sûrîyê dixwazin bi dest bixin. Ew ji bo lihevkirina digel delweta Şamê destpêkê divê ji Amerîkayê dûr bikevin.

Canson dibêje ku kurd bi lihevkirina digel Şamê dikarin bi hev re gefa Tirkîyê ji deverên kurdnişîn ên bakura Sûrîyê dûr bixin.