Tîrmeh 12, 2018 21:19 Asia/Tehran
  • NY: 10 hezar kes ji ber hebûna DAIŞ`ê li başûra rojavaya Sûrîyê aware bûne

NY ragihand ku nêzî 10 hezar kesî li başûra rojavaya Sûrîyê bi hegera dewama opêrasyonên têrorîstî aware bûne û dîyar kir ku têrorîstên DAIŞ`ê pêşîya derketina xelkê li van navçana digirin.

Li gorî rapora kanala Al Jazeerê, Stêfan Docarîk ragihand ku NY bi awayekî berdewam raporan têkildarî opêrayonên têrorîstî li Derayê û başûra rojavaya Sûrîyê werdigire.

Docarîk herwiha got: Li gorî raporan nêzî 10 hezar kes ji ber wan opêrasyonên têrorîstî ber bi Dera û Quneyterê ve aware bûne û DAIŞ nahêle gel ji başûra rojavaya Sûrîyê derkeve.

Wî herwiha got: Nêzî 234 hezar aware li Dera û Quneyterê ne ku hewcedarê xwarek, alîkarîyên pizişkî û sitargehan in.

Ev gotinên vî rayedarê NY li halekî ne ku Amerîka û hevgirtîyên wê ji ber işkesta têrorîstan gellekî dilgiran in û piştgirîyên ji têrorîstên li Sûrîyê didomînin.