Tîrmeh 12, 2018 19:35 Asia/Tehran
  • PYD: Em herdem ji bo danuistandina digel hikûmeta Sûrîyê amade ne

Berdevkê Partiya Yekîtiya Demorkatîk a kurdên Sûrîyê (PYD), Ciwan Mistefa ragihand, PYD jibo danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re herdem amade ye.

Eva demek e ku PYD daxwaza danûstendina bi hikûmeta Sûriyê re dike û li ser vê mijarê, berdevkê PYD Ciwan Mistefa li hevpeyvîna digela Kanala Rûdawê ragihand, ku PYD herdem ji danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re amade ye.

Ciwan Mistefa da xûyakirin, ku heta niha hikûmeta Sûriyê ti hevdîtin bi wan re nekirine.

Wî herwiha pêgirî kir ku bêyî PYD û hêzên li bakurê Sûriyê ti çareserî li Sûriyê serê xwe nagire.

Berdevkê PYD herwiha da zanîn ku her ji destpêkê ve daxwaza wan ev bûye, ku pirsgirêkên Sûriyê û qeyrana li wî welatî bi rê û rêbazên siyasî û aştiyane bihêne çareserkirin û tekezî li ser amadebûna PYD bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kir.