Tîrmeh 12, 2018 18:41 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkîyê hin deverên Efrînê dan ber topan

Bi dû hin liv û tevgerên YPG li gundê Bînî ser bi devera Şêrava ya Efrînê, artêşa Tirkîyê ew navça da ber topan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Hawarê, Bi dû hin liv û tevgerên YPG li gundê Bînî ser bi devera Şêrava ya Efrînê, artêşa Tirkîyê dest bi êrişên bi top û hawanê ser wî gundî û navçeya hanê kirîye.

Li gorî agahîyên ku çavkanîyên heêmî belav kirine, hêzên artêşa Tirkîyê û têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê ji roja çarşem 11`ê Tîrmehê ve êrişên ser Şêravayê destpê kirine û bi awayekî berfire gundî Bînîyê didin ber bombeyan.

Ji hêla din ve talankirina malan û şewitandina daristan û zevîyên xelkê Efrînê didome.

Balafirên cengê yên artêşa Tirkîyê jî şeva çûyî li esmanê Efrînê gerîyan û gundên Xelta û Meskê li devera Cindirisê û hin cihên cadeya Cindiris û navenda Efrînê û devera Racoyê dan ber bombeyan.