Hezîran 25, 2018 13:58 Asia/Tehran
  • Beşar Esed: Amerîkî derew dibêjin û êriş dikin

Serokkomarê Sûriyê tawanên Welatên Rojavayî ku dibêjin artêşa vî welatî ji çekên kîmyawî sûd wergirtiye derew daye zanîn û destnîşan kir ku amerîkî derew dibêjin û êriş dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona NTV`ya Rûsiyayê bal kişande ser viya ku welatê wî çek û sîlahên kîmyawî tune destnîşan kir: Welatên Rojavayî senaryoya derew a sûdwergirtina Şamê ji çekên kîmyawî derxistiye ta ku êrîşa xwe ya ser axa Sûriyê qanûnî bike.

Serokkomarê Sûriyê destnîşan kir: Ev senaryoya li halekî tê hilêxistin ku ew terorîstên ku rojava ji wan piştevaniyê dike têk çûne.

 Emerîkayê  tev Brîtanya û Fransayê, îdiaya xebitandina  çekên kîmyawî li bajarê Dûmayê li Xûteya rojhilata Sûriyê kirin û hema bi vê hincetê, roja Şemiyê 14ê Nîsana 2018` an  êrişa mûşekî kirin ser Sûriyê.

 Piştî vê êrişa mûşekî, gelek behs û nîqaş ser  qanûnî an  neqanûnîbûna  vê êrişa mûşekî û rola welatên rojavayî li Sûriyê  cih hat.

 Li gorî gotina karzan û analîzoran, ev êrişa mûşekî li gor  gotinên pûç û  bê belge û neqanûnî  cih hatiye.

Kirîza Sûriyê ji sala 2011 ku grûpên terorîstî yên ku Erebistan, Amerîka û hevalbendên van welatan piştevaniya wan dikirin, destpê bû û hedefa van kirîzan jî guhartina nizama siyasî nav Sûriyê bû , lê ev pîlanên wan rastî işkestê hatine.